Ji bo kesên ku dê bizewicin trendên herî dawî yên 2017an

Dawet, dîlan, rêûresmên nîşaniyê, bukanî, cilûbergên zavatiyê û xişr. Sektora zewacê ku modeyeke taybet afirandiye her ku diçe mezintir dibe. Li Stenbolê bi saya Fuara Zewacê ji bo kesên ku amadekariyên zewacê dikin trendên herî dawî hatin danasîn. Va ye trendên îsal yên dawet û dîlanên herî nûjen.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Dawet, dîlan, rêûresmên nîşaniyê, bukanî, cilûbergên zavatiyê û xişr. Sektora zewacê ku modeyeke taybet afirandiye her ku diçe mezintir dibe. Li Stenbolê bi saya Fuara Zewacê ji bo kesên ku amadekariyên zewacê dikin trendên herî dawî hatin danasîn. Va ye trendên îsal yên dawet û dîlanên herî nûjen.

Destgirtiyên ku vê havîna bê planên zewacê dikin ji niha ve dest bi amadekariyan dikin. Ji bo ceribandina bukanî û cilên zavatiyê roj û dem tên diyar kirin; lê kesên ku nizanin ka dê rêûresmeke çawa bo daweta xwe amade bikin yan jî yên ku nizanin dê cil û bergên çawa li xwe bikin û ji bo mêvanan çi pêşkêş bikin, li Stenbolê bi rêya Fuara zewacê rastî gelek alternatîfên cûda hatin.

Organîzator Selda Uçar ji K24ê derbarê trendên dawî wiha ji K24ê re axivî: “Trendên salên dawî dawet û dîlanên li derve ne. Lê îsal konsepta cil û bergên bi şêwaza telîsan derdikeve pêş. Anku ev konsept, ji bo rehetiya mêvanên ku tên dawetê ye. Her wiha yên ku cihên klas dawxaz dikin jî hene.”

Edî ne tenê ji bo dawetan herwiha ji bo xinhê jî organîzasyonên taybet tên amadekirin. Li gor organîzatoran xinhên ku li gor şêwaza kevneşopî tên amadekirin eleqeyeke mezin dibînin.

Gerînendeyê Giştî yê Organîzasyona Şevên Xinhê Erol Yildirim jî got: “Şevên xinhê yên wekî şevên ku di rêzefilman de tên destnîşankirin niha eleqeyeke mezin dibînin. Êdî şûna şevên ji rêzê bûk û zava li ser textekî balkêş rûdinin û berbûk jî di gel stranan li dor herdûyan dizivirin. Xinha Hindê ya ku hem li destê bûkê hem jî li destê berbûkan tê kirin wekî yek ji trendên vê dawiyê derdikevin pêş.”

Di fuarê de ne tenê şêwaza rê û resman; herwiha di gel xişrên bi trendên nû hatine sêwirandin, bukanî û cilûbergên zavatiyê jî derketin pêşberî mereqdaran.

Li fuarê bukaniyên li gor trendên nû hatine sêwirandin bi beşdariya mankena navdar Ozge Ulusoy, bi rêya defîleyekê hatin danasîn. 

Sêwirmend Yusuf Çamoz wiha got: “Li standa me sêwirînên taybet yên bûkaniyan hene. Bihayê bûkaniyên me ji 1500 dolarî despêdike. Ev bûkaniya taybet ku Ozge Ulusoy da nasîn bi 10 hezar dolarî ye.”

Fuara ku 3 rojan berdewam kirî bi dîmenên rengîn bi dawî bû.