"Şer gunehekî giran e û cezayê wê jî li jinan tê birîn"

Li gorî daneyên fermî yên Neteweyên Yekbuyî di 5 salên dawî yên şerê Sûriyê de 81 hezar 436 kesên medenî jiyana xwe ji dest daye û ji wan kesan 10 hezar 40 jê zarok, 9 hezar û 106 kes jî jin in.
kurdistan24.net

K24-Riha

Li bakurê Kurdistanê bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin ya Rihayê ve pêşangeh û sempozyomeke bi navê "Şer Gunehekî Girane û Pêçalokên bi stirî "hate sazkirin. Di sempozyomê de bi giranî li ser wan babetên "Di şer de cihê jinê û kêşeyên ku jin dijîn" hate rawestîn.

Şer, ji bo hemû welat û kesan re encamên bobelatî derdixe holê û rê li ber gelek kêşeyan dide vekirin. Li hemû rûyê cîhanê kesên ku herî zêde di bin bandora şer de dimînin, jin û zarok in. Ji bo balkêşandina kêşeyên, ku jin li qadên şer dijîn, bi destê Şaredariya Bajarê Mezin ya Rihayê û alîkariya Komeleya Kamerê ve pêşangeh û sempozyomek hate lidarxistin. Di sempozyomê de hate dîyarkirin ku kesên mêr şer didin destpêkirin û şer dikin, lê cezayê wî şerî jî jin û zarok dikşînin û bi gelek kêşeyan re rû bi rû dimînin.

Jinên ku beşdarî pêşangeh û sempozyomê bûn, li ser kêşe û zordariyên ku dijîn çavdêrî û ramanên xwe wiha ragihandin.

Welatî Hasret Şenlîk wiha got:"Şer mirin e. Di şeran de dayik zarokên xwe ji dest didin û zarok jî bê dayîk û bav dimînin. Zarok sêwî û bêkes dimînin. Yan jî ji hevdû cihê û penaber dibin. Di vê sempozyomê de derbarê şer û bandora şer de agahî hate dayîn. Em cihaneke bê şer dixwazin."

"Dema ku şer rû dide, jin azadiya xwe wenda dike. Jina ku azadiya xwe ji dest dide jî dişbe cûka qefeskirî. Dema ku jin azadiya xwe wenda dike jî ji xwe şer êdî dest pê kiriye. Bi destpêkirina şer, mirov mala xwe, hevserê xwe, karê xwe û her tiştê xwe wenda dike."

Jina bi navê Xezal Dinke jî da zanîn ku di şer de ew jin herî zêde heyrî dimînin û li Rihayê di jiyana penaberên jin yên Sûriyeyî de jî ew vê yekê gelek baş dibînin.

"Hevserên jina diçin şer û baregehên şer û jin û zarok jî bê mêr û bê bav dimînin. Xanî û malên wan xera dibin û wenda dikin. Ewlehiya wan û jiyana wan di nava metirsiyê de ye. Di şer de kesê ku zêde heyrî dimînin Jin in."

Li gorî daneyên fermî yên Neteweyên Yekbuyî di 5 salên dawî yên şerê Sûriyê de 81 hezar 436 kesên medenî jiyana xwe ji dest daye û ji wan kesan 10 hezar 40 jê zarok, 9 hezar û 106 kes jî jin in.