Şahciwana Fîlîpînê wek Şahciwna Gerdûnê hat hilbijartin

Di rêwresmên 67emîn pêşbirka Şahciwna Gerdûnê de, şahciwana Fîlîpînê Catriona Gray ji nav 94 şahciwanên din ên welatên cîhanê weke Şahciwana Gerdûnê ji bo sala 2018an hate helbijartin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ecfc3c03-d653-4085-a5e2-a73cae8baf96/Universe.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Di rêwresmên 67emîn pêşbirka Şahciwna Gerdûnê de, şahciwana Fîlîpînê Catriona Gray ji nav 94 şahciwanên din ên welatên cîhanê weke Şahciwana Gerdûnê ji bo sala 2018an hate helbijartin.

67emîn pêşbirka Şahciwana Gerdûnê roja Duşemê li Thailandê birêve çû û 94 şahciwanên cîhanê tê de beşdar bûn.

Îsal jî şahciwana Fîlîpînê (Filippines)  Catriona Gray karî nasnava Şahciwana Gerdûnê a sala 2018an bi dest bixe. Şahciwana Efrîqya Başûr pileya duyemîn û Şahciwana Venezuela pileya sêyemîn bidest xistin.

Her sal mijareke taybet a pêşbirkê heye, îsal jî derbarê bihêzkirina jinê û rola wê bû.

Şahciwana sala par Demi-Leigh Nel-Peters ji Efrîqya Başûr kampîneke bi heman navî destpê kir, ew jî piştî ku rastî hewleke revandinê hatibû.