3 berhemên taştê li ser Wanê hat pesandkirin

Ji 24 berhemên taştê 3 ji wan li ser Wanê hat pesandkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Taşteya Wanê marqayeka Wanê ye ku bi nav û deng e. Hewldanên taştêfiroşan û Jura Pişesazî û bazirganiya Wanê (VANTSO'yê) 3 berhemên ji taştêya Wanê, wek berhemên xwecîh yên Wanê hatin pesandkirin. Dikandar û karsaz radigihînin ku bi wergirtina pesanda berhemên xwe, dê taştêya Wanê marqeya xwe bilin bike.

Penêrê Sîrik, Poxîn û Kincirok ku berhemên xurekî yên taştê ne, wek berhemen xwecî yên Wanê li Tirkiyeyê hatin pesandkirin. Taştêfiroş û karsazên Wanê ji bo Kurdistan24 ragihandin ku li heremê, jixwe taştê bi Wanê tê naskirin û bi pesand kirina wan berheman jî xuya dibe ku çima taştêya Wanê buye nişaneyeka bajêr.

Wekîlê Serokê Jûra Pişesazî û Bazirganiya Wanê Vantso'yê Farûk Bîner balê dikşîne ku taştêya Wanê wek gola Wanê û pişîka Wanê nîşaneyeke bajêr e û di nav taştêya Wanê de jî, tam û çanda bajêr hatiye hunandin. Wan jî, bi hewldanên ku 2 sal e dane, 3 berhemên xwe dane pesandkirin.

Farûk Bîner ji K24ê re got: "Di vê serdemê de, marqebûyîn tiştekî girîng e, êdî herem, bajêr û welat bi hevre di pêşbirkê de ne ku xwe bi taybetiyên xwe bidin qebûl kirin. Loma jî ji 24 berhemên taştê 3 ji wan li ser Wanê pesandkirin jî girîng bû. Ev berhem ji çanda me tên hilberîn û em kêfxweşin ku berhemên me derengmayîbe jî hatin pesandkirin."

Di Penêrê Sîrik yê Wanê de, giyayên wek Sirmo, Cetirî, Mendê û Heliz ku li herema Serhedê digihên tê bikaranîn. Berhemê din Poxîn ji arê genim e ku bi şîr û rûnê nivîşkî tê qelandin tê çekirin û Kincirok jî dîsa ji arê qelandî, hêk û rûnê nivîşkî tê çêkirin.

Yûsûf Konak ev 42 sal in ku taştêfiroşî dike û di danasîn û marqebûyîna taştêya Wanê de jî keda wî heye. Konak tîne ziman ku ji Emerîka û dewletên biyanî heta nav Tirkiyeyê, ji bo danasîna taştêya Wanê, ew bi derfetê xwe beşdarî hemû fûar û danasînan buye û ew wê enerjiya xwe jî ji hezkirina karê xwe, xwarina xwe û hevsera xwe distîne.

Yûsûf Konak dibêje: "Tescîla Penêr, Poxîn û Kincirokê çêbû bi keda hemû kesan ev çêbû, em mînetdarin. Penêr çîkoleteya vê heremê ye, hem dayîka wê, hem bavê wê Wan e. Hemû berhemên Wanê ne û hemû ji bo başiya bajêr in. Ez ji keda we re jî sipas dikim."

Dikandar û Karsazên Wanê radigihînin ku ewê ji bo danasîna berhem û nimûneyên çanda xwe xebat û hewldanên xwe bidomînin.