Giştî Honasê hesinan bi yek destekî karekî serkeftî dike

 

K24 – Semsûr

Li bajarê Semsûrê milê honasê hesinan Mehmet Aslan di encama qezayekê de jê dibe. Lê Aslan dîsa jî dest ji karê xwe bernade û bi hesinan berheman çêdike. Welatiyên bajêr jî ji ber hewla Aslan wî ji bo xwe wek mînakekê digrin.

Welatiyê bi navê Mehmet Aslan bi yek milê xwe têkoşîneke bêhempa dide. Aslan di sala 1994an de dema ku li Çemê Goksu yê ser bi Semsûrê ye masî digirt di encama teqînekê de birîndar dibe û milekî wî tê jêkirin. Aslanê ku li devera xwe bi navê ‘ Çolak’ tê zanîn karê hesingeriyê dike. Ew ligel yek milî hewleke mezin dide û karê ku ew dike jî bi nav û deng e li nava civakê.

Hesinkar Mehmet Aslan ji K24ê re got: “Dema ku milê min jê bû ez gelek fikirîm da ku ez ê çi karî bikim? Jixwe berê jî min karê hesinkariyê dikir û ez ji nûve vegeriyam hesinkariyê. Ez têdikoşim û dixebitim. Bila xwedê ji gel razî be ew jî gelek alîkariya min dikin. Li devera me her kes min nas dike û ez ji gelek gundan û deverên cuda re kar dikim.”

Mehmet Aslan ev 20 sal e li bajarokê Şambayat û gundên derdora wê wek honasekî hesinkar tê zanîn û 47 salî ye. Aslan carinan di karê giran de kêşeyan jî dikşîne û hin karan nikare bibe serî û bi alîkariya hevkarê xwe karê xwe pêk tîne. Welatiyên ku wî nas dikin, ji ber hewl û kesayetiya wî ya jêhatî wek mînakekî didin nîşan.

Welatî Zekeriya Erkan dibêje: “Memet ev 22 sal e nas dikim ez. Ez di sala 1995an de hatibûm û gundekî nêzîkî li vir mabûm û me hevdu nas kir. Mehmed pir jêhatî ye û xelk di nav xwe de jê re dibêjin ‘Çolak’ destê wî tune û qop e. Yên mîna wî li ber diyaran digerin parsê dikin û li milet dibin bar, lê yê Memed 10 pêçiyên wî hene û 15 tiliyên wî hene.”

Welatî Mehmet Aslan, bi yek destî gelek cureyên deriyê hesin, pace, panelên rojê û tesîsata avê jî çêdike. Ligel vê yekê ji ber karê xwe wesayîtê diajo û derdikeve ser banên avahiyan û li bal xwe jî 6 kesî dide xebitandin.