Li Hewlêrê şûnwarek temen 7 hezar salî tê dîtin

Kurd24

 

Hêro Mewlûdî- Hewlêr

Li girê Paştepe û girê Leşkerî şûnwarên hatin dîtin, ku dîroka wan bo heyama 7 hezar sal li pêş zayînê vedigerin.

Girê Paştepe bi dûriya 40 KM dikeve başûrê Hewlêrê, ev demeke pisporên Fransî yên warê şûnwaran lêkolînan li wê demijûlê lêkolînan in.

Di vê derbarê Serokê Tîma Şûnwarî ya Fransî. Lionel Marti ji K24 re got: “Ev gir û girên derdora wê amaje ne ku kulturekî şaristanî yê kevin li vêde habû, me li vî cihî teblêteke kevin dît, nivîsa li ser Bizmarî bû û dîroka wê jî bo beriya 4 hezar sal pêş zayînê vedigere.”

Ji aliyek din ve, tîmeke şûnwarî ya Spanî piştî karkirin û lêkonînan, li girê Leşkerî yên nêzîk Hewlêrê ragehand ku, wan şûnwarek dîtiye ku dîroka wê bo beriya 7 hezar sal ji zayînê vedigere.

Derbarê wê şûnwarê de, şarezaya Spasnî, Ana Gomesbak got: “Kelûpelên ku hatine dîtin amajeyekin ku ev cihekî gelek kevin e, dîroka wê jî bo çaxê kevirî yê nû vedigere, xanî û kelha têde amajeyekê li ser şaristaniyete kevin a Kurdistanê pîşan didin.”

Heta niha bêhtir ji 15 gir li nav û derdora Hewlêrê ji aliyê Rêveberiya Şûnwarê ya Hewlêrê ve hatine dîtin.