Çîn pêşveçûnan di warê Ezmanzaniyê de dike

Welatê Çînê lêkolîn û geşepêdanan di pirogramê xwe yê ezmanî de berdewam dike û di nûtirîn pêşketin de, nimûneyek ji Wêstgeheke Ezmanî taybet bi xwe di pêşengehekê de li paytexta xwe pêşan daye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Welatê Çînê lêkolîn û geşepêdanan di pirogramê xwe yê ezmanî de  berdewam dike û di nûtirîn pêşketin de, nimûneyek ji Wêstgeheke Ezmanî taybet bi xwe di pêşengehekê de li paytexta xwe pêşan daye.

Şarezayên Çînî tekez dikin, ku wêstgeha wan ji Wêstgeha Ezmanî ya Navdewletî nûtir û pêşketîtir û guncawtir e ji bo mana mirovan li ezman û ew bi hêvî ne di demeke nêzîk de ew wêstgeh ji bo ezman bê berdan.

Herwiha diyar dikin, ku ew wêstgeh ji çend beşan pêk tê û di nav wan beşan de, odeyên xewê, yên xweşûştinê û yên rûniştinê hene.

Li kêleka wê wêstgehê, Çîn dixwaze di sala 2020an de, pişkînerekî robotî li ser hesareya Behram (Merîx) deyne û bi vê yekê dixwaze rikaberiya her yek ji Amerîka, Ewropa û Japonê bike.

N.O