Piştî 150 salan jî hê aşê avê li ber xwe dide

Bi pêşveçûn û hîlberîna alav û amûrên teknîkî, gelek tiştên kevneşopî û hunerî jî tên jibîrkirin û yan jî tên wendakirin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li Çelêya Colemêrgê ew aşê avê ku 150 sale çalake û tê bikaranîn, niha li hemberî teknîkên teknolojiyê li ber xwe dide. Li aşê avê, hêrandina genim û hîlberîna tehînê tê kirin û ew tehîna ku bi berhemên xwezayî tên çêkirin li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkiyê tê firotin.

Li gundê Biyadir ku girêdayî bajaroka Çelê ye welatî hêrandina genim û qut ên xwe bi aşê avê yê sedsalî ve dikin. Ew aşê ku 150 sale çalake, niha li hemberî teknolojiyê bi metirsiya tune bûnê ve rû bi rû maye. Şêniyên gund li aş genimên xwe dihêrînin û wekî din hilberîna tehînê jî dikin. Tehîna ku li ew aşê kevnar tê hîlberîn ji bo firotinê ji gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê re tê şandin.

Welatiyê bi navê Haluk Kaynak, radigihîne ku ew karê aşvaniyê ji bav û kalên xwe fêr kiriye û dixwaze ku karê aşvaniyê piştî temenê wî jî bidome.

Aşvan Haluk Kaynak wiha got:"Di dema çandiniya genim de em hêrandina genim dikin. Lê niha em hêrandina kunciyan dikin. Em ê ji arê kunciyan hilberîna tehînê bikin. Tehîna gundê Biyadirê gelek navdar e. Di çêkirina tehînê de hemû berhemên ku em bikartînin ji xwezayê tên berhevkirin. Em kîloya tehînê bi 50 Lîreyê Tirkêyê difiroşin. Ji bo firotinê em ji gelek bajarên Kurdistanê û bajarên Tirkiyê re tehînê rê dikin.

Welatiyê bi navê Nacî Îlhan jî ku karê çandiniya kunciyan dike pêvajoya çandiniyê û hilberîna kuncî û tehînê wiha qal dike.

"Em ji meha Gulanê heta 10ê Pûşberê dest bi çandiniya karê kunciyan dikin. Bi despêka demsala payîzê re em ji zeviyan berhemên xwe berhev dikin û tinîn li ser naylonekê belav dikin da ku hişk bikin. Paşê em ew kunciyan dikin kîsa û tînin aş.

Bi pêşveçûn û hîlberîna alav û amûrên teknîkî, gelek tiştên kevneşopî û hunerî jî tên jibîrkirin û yan jî tên wendakirin. Şêniyên gundê Biyadira Çelê dixwazin ku ev mîrateyên bav û kalên wan wenda nebin û bigihîjin zar û nebiyên wan.