Li Stenbolê pêşangeha Dara Jiyanê

Li Stenbolê 38 afredan mil dan milê hev û bi qumaşên ku di nav cihêzan de kevin bûne berhemên newaze afirandin. 580 berhem bi rêya pêşangehekê bo hûnerhezan hatin pêşandan. Di nav wan berheman de berhema ku sembolên hemû olan li ser hatine destnîşankirin xwedî çîrokeke serincrakêş e.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li Stenbolê 38 Jinan mil dan milê hev û bi qumaşên ku di nav cihêzan de kevin bûne berhemên newaze afirandin. 580 berhem bi rêya pêşangehekê bo hûnerhezan hatin pêşandan. Di nav wan berheman de berhema ku sembolên hemû olan li ser hatine destnîşankirin xwedî çîrokeke serincrakêş e.

Afirînerên van berheman 38 afredên ku di bin sîwana "Dara Jiyanê" de hatine ba hev. Damezrînera Koma Dara Jiyanê  Elîsabeth Strub Madzar ji K24ê re axivî û got: “Me 21 sal berê di gel 30 afredan ev kom damezirand. Em niha 38 kes in. Em çalakiyên civakî pêk tînin. Di nav cihêzên me hemûyan de perçeyên kevn hene. Jiyan digûhere, çand digûhere. Me jî ew perçe qûmaşên cihêzên xwe bi kar anî û me xwest em çanda xwe ya kevn ya Anatolyayê veguhêzin dahatûyê. Ji ber wê jî me navê pêşangeha xwe kir Boxçika bi Perçe."

Damezrînera komê Elîsabeth Strub Madszar a Frensî ye. Beriya 40 salan di gel Tirkekî zewiciye û li Tirkiyê niştecî bûye. Çîroka vê berhema ku bi destên Madszarê hatiye çêkirin gelekî serincrakêş e.

Madzar got jî: “Di sala 1999an de hevjînê min bi nexweşiya gûrçikan ket. Piştre me  xwebexşek dît û wê jî gurçika xwe dayê. Mêrê min emeliyat bû û min jî wê şevê di gel wî li nexweşxaneyê derbas kir. Min di xewna xwe de keçeke ciwan dît ku porê wê li ber bayê bi ahengeke di liviya. Panoyeke qumaşan di destê keçikê de hebû. Roja dî ez çûm ser cinazeya keçika 16 salî ya ku gurçika xwe dayî hevjînê min. Gava ku min wêneyê keçikê dît ez şaş mam. Ev, ew keçika ku di xewna min de bû. Hema wê gavê min biryarda ku ez wê panoya ku di destê keçikê de çêbikim. Û min xews zê rûhê wê keçikê yê ku berev jiyana bêdawî ve koç dike bi sembolên hemû ol'an vebêjim.”

Elîsabeth Strubh Madzar di heman demê de hûnermendeke navdar e. Endamên din jî, yên koma bi navê "Dara Jiyanê" ku bi saya Madszarê hatiye damezrandin; hemû jî mereqdarê hûnerê ne. Û heta îro gelek pêşangehên hêja û balkêş amadekirine.

Endama Koma Dara Jiyanê Zehra Mollaoglu jî wiha axivî: “Ev 15 sal in ku ez bi Elisabethê re dixebitim. Em qumaşên kevn kom dikin. Em tiştên kevn û yên nû têkilî hev dikin. Li derveyî welat jî gelek pêşangehên me hatin lidarxistin. Ev pêşangeha me bi rastî jî gelekî hat ecibandin; her wiha gelek kes bi grî ji vê derê varêbûn.”

Pêşangeha ku mîstîsîzma çandên cûda yên Anatolyayê bo Stenbolê vediguhêze; ji aliyê hûnerhezan ve rastî eleqeyeke mezin hat. Pêşangeha ku li Galeriya Hûnerê ya Beyogluya Stenbolê tê pêşandan dê heta 20ê Sibatê vekirî be.