Berfê riyên 429 gundên Bakur girtine

Barîna berfê riyên hatûçûnê yên bi sedan gund û bajarên Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Barîna berfê riyên hatûçûnê yên bi sedan gund û bajarên Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê girtin.

Şeva bûrî berf bi awayekî zêde barî, riya hatûçûnê di navbera 141 gundên Wanê hatin girtin. Herwiha li Bedlîsê jî riya 146 gundan hatin girtin.

Hat zanîn jî, li Mûşê riya 30 gundî û li Colemêrgê jî riya 102 gundan hatine girtin.

Bi tevahî ta niha riyên hatûçûnê yên 429 gundên wan her çar bajaran hatine girtin.

Her çend e tîmên pakirina rê û pireyan dest bi karê xwe kirine, lê ta niha ti riyeke wan gundan bi temamî nehatine vekirin.