Bi vîdyo.. Firrîna masiyan bibîne
K24 - Navenda Nûçeyan
Li bajarokekî welatê Taywan, bi hezaran masî li ser riwê avê bilind bûn û dîmenekî gellekî balkêş û ciwan çêkirin.
Hejmarek ji nêçîrvanan li giraveke Taywanê, bi vîdyo ew bûyer tomar kirin û li ser torên civakî belav kirin.
Piştî ku gellekî ji wan masiyan ketin nav qeyikan de, wan nêçîrvanan alîkariya masiyan kirin û ew li nav avê vegerandin.
Bi gotina nêçîrvanan, ew masiyên biçûk, ji bo xwe ji êrîşên masiyên mezin û tirsnak biparêzin, tên ser riwê avê û xwe dipekînin, daku xwe ji mirinê rizgar bikin.
N.O