Qeysî ji Meletiyê re wek zêr e

Li Bakurê Kurdistanê gelek bajar hene ku bi û teybetmendiyên xwe tên nasîn. Yek ji van bajaran jî Meletî ye ku bi qeysiyên xwe navdare. Her çiqas di 2 salên dawiyê de bazirganiya qeysiyan de ketinek hebe jî gelek esnafên Meletî bi firotina qeysiyan debara xwe dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Meletî

Li Bakurê Kurdistanê gelek bajar hene ku bi û teybetmendiyên xwe tên nasîn. Yek ji van bajaran jî Meletî ye ku bi qeysiyên xwe navdar e. Her çiqas di 2 salên dawiyê de bazirganiya qeysiyan de  ketinek hebe jî gelek esnafên Meletî bi firotina qeysiyan debara xwe dikin.

Bajarê Bakurê Kurdistanê Meletî, ji aliyê çandî û aborî ve xwediyê teybetmendiyeke dewlemend e ku gelek kes Meletiyê bi vê teybetmendiyê dinasin. Ev teybetmendî qeysiyên Meletiyê ne ku heta ji bo welatên biyanî jî tê îxraçkirin.  Cotkarên qeysiyan didin zanîn tişta ku qeysiyên Meletiyê ji qeysiyên deverên din cûda dike axa Meletî ye.

Cotkar Necmettîn Yumrutepe dibêje ku axa Meletî  tameke teybet dide vê fêkiyê ku kesên carekî bixwin vê tamê ji bîr nakin. Yumrutepe ji K24ê re jî wiha axivî: “Xelk, ji qeysiyan rîçal û xoşavê çêdikin. Sedema xweşbûna tama qeysiyan ew e k udi axa meletiyê de rêjeya şekir gelek bilind e. Qeysiyên me di cîhanê de bi nav û deng e”

Qeysiyên Meletî ne tenê ji aliyê çandî û aborî ve xizmeta Meletî dike. Teybetmendiyeke din a qeysiyên Meletî jî ewe ku ji bo tendirustiyê jî başe. Akademîsyen dibêjin bi teybetî ji bo zarokan fêkiyeke başe.

Akademîsyenê Zaningeha Înonu ya Meletî Mustafa Çapar dide zanîn ku Qeysî organ û laşên mirovan baştir dide xebitandin. Çapar got: “Qeysî, di serdema pêşveçûna laşên zarokan de fêkiyeke bi fêde ye. Di heman demê de rodiyên mirovan jî dixebitîne û ji bo ferikînê bi kêrhatî ye.  ”

Dema mirov di nava Meletî de digere tê dîtin ku remza herî xurt a bajêr qeysî ye ku hijmara esnafên ku qeysiyan difiroşin jî gelek zêde ne. Esnaf amaje dikin ku 2 salên dawiyê de kirîn û firotina qeysiyan de daketinek çêbuye.

Esnaf  Mustafa Boyun tîne ziman ku qeysî wekî berê naye danasîn û dibêje: “Berê bi taybetî bi navê mîhrîcana qeysiyan organîzasyon dihat li dar xistin. Bi rêya vê yekê xelk ji derveyî bajêr dihatin bazar geş dibu lê ev 2 salin ew jî nemaye. ”

Li gorî daneyan di sala 2016’an de li Meletî 386 hezar û 250 ton qeysî hatiye hilberîn û her wiha %90 a qeysiyên Tirkiyeyê li Meletî tê hilberîn. Di cîhanê de jî behra veberhênana qeysiyên Meletî %70 ye. Dahata bazirganiya qeysiyên Meletî jî salane di navbera 300 û 350 milyon dolaran de ye.