Bavê Fehed bi radyoyê re jiyana xwe didomîne

Bavê Fehed welatiyekî ji bajarê Qamişlo ye, xwediyê pêdiviyên taybet e. Buhara temenê xwe bi tenê dûrî dost û malbata xwe qedand. Ji ber pirsgirêka nedîtinê tenê radyo heval ji xwe re girtiye, lê piştî damezrandina hin radyoyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, têkiliyên wî bi wan re çê bûn û hejmarek ji karmendên radyoyan jî pê re bûne heval.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Tevî ku Bavê Fehed nikare ti kesî bi çavên xwe bibîne, lê ew bi civat û stranên hevalên xwe êşa xwe jibîr dike. Ji aliyê xwe ve, diya Fehed jî dibêje ku, ew gelekî kêfxweş e ji ber ku hevjînê wê rojên xwe bi hevalên xwe re derbas dike.

Di temenê neh mehan de bavê Fehed ronîya çavên xwe winda kir û tevî ku malbata wî gelek hewldan kirin, lê wan nikarîbû ti çareyê jê re bibînin.

Li gorî ku bavê Fehed dibêje, piştî wî têkilî bi radyoyên Kurdî yên li deverê re kir, jiyana wî bi temamî hate guhartin û tekez dike ku kesên di van radyoyan de kar dikin jê re bûne weke malbatekê.