Li Îdirê kelepora dawetên Kurdan

Piştî govend tê gerandin merasîma xelat û pere dayînê dest pê dike.
kurdistan24.net

K24- Îdirê

Kelepora kurdan ya herî kevnar dawet û dîlan, her çiqas wek zimanê berê nemabe jî hêj li bajarên bakurê Kurdistanê tên jiyandin. Li bajarê Îdirê ev kelepora Kurdan li gorê edetên Îdirê tê vejandin.

Li bajarê Îdirê û derdora wê edetên dawetan gelek bi xeml in. Ciwanên Îdirê bi fersendên cuda cuda diçin qîza ku pê re bizewicin dibînin û daxwaza zewacê bi rêk û rêbazên curbecur ji malbata xwe re dibêjin. Li gorî edeta Îdirê şerme ku ciwan yekser ji mezinên malê re ango ji bavê xwe re daxwaza zevacê bike, ji ber vê yekê bi navbeynkariya dê û xwişkên xwe daxwaza xwe radigihîne rûsipiyên malê. Li ser vê yekê rûsipiyên malê û kesên ku di nava civakê de biqîmet tên dîtin, diçin mala keçikê û keçikê ji lawik re dixwazin. Piştî ku merasîma xwestinê bidawî dibe êdî amadekeriyên dawet û zewacê destpê dikin. Di dawetan de barê herî giran li ser milê malbata zavê ye û ji bo du roj û du şevan amadekariyên dawetê dikin. 

Diya Zava Fatma Karaçol wiha got:"Ez gelekî kêfxweş im hezar caran şikûr ji xwedê re, min kurê xwe zewicand. Di dawetê de hemû xwarin min çêkir û min belav kir. Cîhan bi şahî û dawetan xweş dibe, xwedê kêfxweşiyê bide herkesî."

Li Îdirê piştî ku kar û barên nîşaniyê bi dawî dibe li ber deriyê mala zavê amûrên stranbêjan tên bicihkirin. Tevî nas û xizmên her du aliyan hemû cînar tên dawetê û di dawetê de li ber stranan govendan digerînin.

Zava Ferdi Karaçal wiha axifî:"Me di dawetekê de hev du dît pêşî ez qebûl nekirim ez gelek pê re lebikîm piştte qebûl kir daxwaza min ya zewacê. Ez niha gihîştim miraza xwe. Îro şûn de em ê berê xwe bidin jiyana xwe."

Bûk Încî Burak wiha got:"Piştî ku me hev nas kir em bûn destgirtî û piştî mehek di ser de derbas bû em zewicîn. Helbet heyama herî zehmet ji bo me heyama hev nasinê bû ji ber ku biryar dayîn zehmet e."

Piştî govend tê gerandin merasîma xelat û pere dayînê dest pê dike. Armanca vê merasîmê jî ew e ku di warê aboriyê de alikariyê bidin zawa û malbata wî. Herwiha piştî ku merasîma xelat dayînê jî bi dawî dibe xwarina dawetê tê belavkirin û hemû mêwan bi hev re xwarina xwe dixwin û dawet piştî gerandina govendan bi dawî dibe.