Li Qamişlo bazara herî giring

Xwarinênwê xwezayî ne.
kurdistan24.net

Bazara taştê li bajarê Qamişlo yek ji girîngtirîn bazarên bajêr e, welatî tên vê bazarê bo nanê taştê bixwin, herwiha ev bazar bi kevnatiya xwe jî navdar e ku temenê hin dukanên wê nêzî 40 salan ne.

Taybetmendiya vê bazarê ew, ku piraniya kesên ku, serdana vê bazarê dikin kesên bi temen mezinin û temenên hin dikanan jî gihêje bêtirî 40 salî, welatî dibêjin ku tenê ev bazar rojên berê tîne bîra wan û bi serdana vê bazarê ew kêfxweş dibin.

Piraniya xwarinên vê bazarê xwezayî ne yan jî li ser destan tên çêkirin, nemaze qeymaxê gamêşan, mamonî û hingive .