Mala pişîkên Wanê li gor taybetiya wan tên guncinandin

Rêvebirên saziyê balê dikşînin ku pişîkên Wanê, curyeke xwerû û taybet ya Wanê ye û ew jî bi daneyên zanistî hewla parastina wan didin.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Pişîkên Wanê, li saziya ku ji bo wan hatiye çêkirin, hem berdewamiya nifşên wan tê parastin hem jî hewla ku şertên saziyê ji bo taybetiyên wan bên guncinandin tê dayîn. Îsal jî li saziya parastina Pişîkên Wanê hewzên avê hatine çêkirin. Rêvebirên saziyê balê dikşînin ku pişîkên Wanê, curyeke xwerû û taybet ya Wanê ye û ew jî bi daneyên zanistî hewla parastina wan didin.

Ev xanî ango sazî, mala pişîkên Wanê ye. Li vê saziyê cureya pişîkên Wanê ku tenê li vî bajaran digihên tên parastin. Sazî di bin banê zaningeha Yuzuncu Yil ya Wanê de tê birêvebirin û li ser dîrok, taybtî û genetîka pişîkên Wanê lêkolîn jî tên kirin.

Serokê Rêvebiriya Mala Pişîkên Wanê Prof. Dr. Abdullah Kaya, ji bo K24 ragihand ku ew hem hewla berdewamiya nifşên pişîkên Wanê didin, hem jî hewla ku saziyê li gor taybetiyên pişikan biparêzin û bipêş bixin didin.

Prof. Dr. Abdullah Kaya ji K24ê re got: "Roj bi roj em li ser wan dixebitin.Yanî dikarin şertên wan çewa baştir, xweştir û tenduristir bikin em xebatan dikin. Çewanî û çimayiyên wan, ji ku hatine çewa û çi taybetî û bizavên wan hene em lêkolîn dikin. Wek mînak, ev ajal tenê li vir heye û li cihanê ciyekî din tune ye. Ji ber vê yeke jî pêwiste ku em li ser her tiştê wan bixebitin."

Pişîka Wanê li ber metirsiya ku nivşên wan winda bibin e û ji sala 1992'an ve, ji bo parastina wan mala pişîkên Wanê ji aliyê Zaningeha Wanê ve hatiye vekirin. Rêvebirên saziyê balê dikşînin ku berê li her maleke Wanê pişîkên Wanê jî hebûne, lê niha nemane û piştî ku li vir zêde bibin dê ji bo heskiriyan jî bên dayîn.

Mala pişîkên Wanê, her roj ji bo serdan û gerê jî vekiriye. Her roj bi dehan welatî û geştiyar tên û li saziya pişîkên Wanê digerin. Hayatî Sansar jî yek ji wan e ku ji Diyarbekirê hatiye û serdana pişîkên Wanê jî dike.

Geştiyar Hayatî Sansar dibêje: "Min gelek meraqa mala pişikan dikir, bi taybet dixwest ku serdan bikim û bigerim. Ez ji 2 sala carekî tên Wanê lê ev yekem care ku bû kismet serdana vir dikim. Gelek xweş e, min gelek eciband û gelek jî wêne kişand ku ezê bi wan jûra xwe bixwemlînim."

Li Mala Pişîkên Wanê, bi piştgiriya karsazekî xêrxwaz îsal jî hewz hatiye çêkirin. Di lêkolînan de aşkere buye ku pişîkên Wanê, berê li gel malbatên ku wan xwe dikir, di gola Wanê de melevanî jî kirine.