Li Rojava seyandina xaniyê kelpîç destpê dike
K24-Navenda Nûçeyan
Bi hatina demsala zivistanê seyandina xaniyên kelpîç li Rojavayê Kurdistanê careke din dest pê dike,li gor welatiyan, ew neçarin ku, her sal malên xwe nûjen bikin weke gaveke amadekar li pêş hêrs û barana zivistanê.
Li gor kevneşopiyan karê seyandinê bi hevkariya dost û cîranan bi kêf , stran û hêza gencan bi rê ve diçû, lê niha xwdanên xaniyan amaje dikin ku, ew malên xwe bi kirêkaran nûjen dikin çimkî piraniya xortên deverê koçber bûne .
Ne serma zivistanê û ne jî germa havînê ti bandoreke mezin li tîna xaniyên kelpîç nakin, Loma di çend salên dawî yê de xwestek li ser van xaniyan bêtir bûye.
Dîmenên nûjenkirin û avakirina xaniyên kelpîç bi şêweyekî berçav li Rojavayê kurdistanê têne dîtin, ji ber ku, tevahiya pêkhatên van xaniyan ji heyberên xwecihî ne.ev yek jî di demekê de tê ku, hemû pêdiviyên malên serdem bûhane û nayên peydakirin.