NASA mifayê ji lêkolînên zanayekî Kurd werdigire

Erdeşêr Reşîdî, Kurdekî Yarsan e ji Rojhilatê Kurdistanê ye, bêtirî bîst salan e li Amerîka dijî

K24 - Navenda Nûçeyan

Ajansa ezmanî ya Amerîka NASA, ji bo lêkolînên xwe yên zanistî, mifayê jikarîn û ezmûna zanayekî Kurd Erdeşêr Reşîdî werdigire, ew zanayê Kurd dibêje ku, dahênanên wî kirine, heya niha ji aliyê parastina selametiya valahiya ezmanî ve, serketinên mezin bidest xistine û ew dahênan li Ewropayê hatine testkirin.

Di pirojeyekî nû de, ji bo lêkolîn û gerînê li nav ezman û çend hesareyan, ku biryar e îsal bê destpêkirin, Ajansa NASA pşita xwe bi endazyar û zanayê Kurd Erdeşêr Reşîdî ve girê dide.

Hûrkariyên wî pirojeyî di nav avahiya kongirêsa Amerîka de, ji bo endamên komîteyên pêwendîdar û çendîn endamên komîteya zanistî di nav Kongirêsê de hatin behskirin.

Di wê civînê de, Zanayê Kurd Erdeşêr Reşîdî, li gel desteyeke zanayên  Amerîkî ser bi NASA ve, behsa çawaniya beşdariya kompaniya xwe di wî pirojeyê nû yê NASA de kir.

Reşîdî yek ji wan bilîmetan e ku NASA çendîn sal e mifayê ji lêkolînên wî dibîne û di çendîn piroje de jî daxwaza beşdariyê ji wî kiriye, herwiha (Harison Shimet) yek ji dostên wî yên nêzîkî e, ku dawîn endamê girûpa ezmanî ya keşta Apolo17an bû û ew li gel tîma xwe di sala 1972an de çûbûn ser heyvê, Shimet derbarê giringiya wî pirojeyê dibêje: "Ev piroje di warê ewlehiya niştimanî ya Amrîkî de, gellekî giring e û divê serkirdatiya Amerîkî jî giringiyeke mezin bide vî pirojeyî, ji ber ku Amerîka giringiyê dide vedîtin û lêkolînên ezmanî û li aliyekî din jî Amerîka li ser çêkirina keştiyên ezmanî berdewam e".

Erdeşêr Reşîdî, Kurdekî Yarsan e ji Rojhilatê Kurdistanê ye, bêtirî bîst salan e li Amerîka dijî û ji bilî kar û çalakiyên wî yên zanistî li gel NASA, ew damezirêner û serokê navenda zanistî Kurdî-Amerîkî ye, ku bêtir kar ji bo nasandina karînên zanistî yên Kurdan dike li Amerîka.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/80489fe3-0bb8-4ca8-93f5-92b6ca60760d/021918YEH.ism/manifest