Bi hezaran geşteger serdana kaşoka çiyayê Qerejdaxê dikin

Navenda Kaşokê ya Çiyayê Qerejdaxa Siwêrega Rihayê rastî eleqeya bi hezaran geştegerên xwecih û biyanî tê.
kurdistan24.net

 

K24 – Riha

Navenda Kaşokê ya Çiyayê Qerejdaxa Siwêrega Rihayê rastî eleqeya bi hezaran geştegerên xwecih û biyanî tê. Bi hezaran geşteger bi malbata xwe re li navenda kaşokê keyf dikin. Rêveberên navenda kaşokê çaverê ne ku îsal 25 hezar geşteger serdana navenda kaşokê bikin. Geştyar jî dixwazin ku li navendê otel û avahiyên nûjen werin avakirin.

Ev der Navenda Kaşokê ya li serê Çiyayê Qerejdaxê ye. Bilindahiya vê derê 2 hezar metre ye. Ev navend di nav bajarên Diyarbekir, Mêrdîn û Rihayê de cih digire lê ser bi navçeya Siwêregê ve ye. Welatiyên ku bi taybetî di dawiya hefteyan de tên vê derê, bi malbatên xwe re demên xweş derbas dikin.

Li Bakurê Kurdistanê navendên kaşokê  ji bilî vê derê, li Erzirom û Colemêrgê jî hene lê ji ber ku ev der li herêmeke navendî ye, ji bajarên wekî Dîlok, Semsûr, Mereş, Mêrdîn, Êlih, Diyarbekir, Riha û Elezîzê jî bi hezkiriyên kaşokê serdanê vê derê dikin.

Welatiyên ku tên vê navendê, li ser berfê keyfa kebabê jî dikin. Hewa çiqas sar be jî welatî xwe li ber agirê menqelan gerim dikin. Li vê derê kafeteryayek jî heye. Lê geşteger dixwazin ku otel û avahiyên nûjen jî werin avakirin û rêya vê navendê were firehkirin. Geşteger wisa difikirin ku ger derfetên baş li vê navendê werin peydakirin, dê  salane 100 hezar geştyar serdana vê derê bikin.

Kesên ku bixwazin kaşokê fêr bibin, mamosteyên kaşokê bi peretî dikare wan fêr bike. Amûrên kaşokê tên kirêkirin. Lê gelek welatî amûrên kaşokê ji malên xwe tînin. Hin welatî jî li ser naylon û teştan xwe kaş dikin. Ji bo kaşokê 15 santîm berf têr dike lê îsal ji ber barîna zêde, 70 santîmetre berf ketiye erdê.  Demsala kaşokê li vê derê 3 meh in. Tê çaverêkirin ku îsal herî kêm 25 hezar geşteger serdana vê navendê bikin.