Wolff: “Ivanka dixwaze bibe Seroka Amerika”

Pirtûka Michael Wolff bi navê ”Fire and Fury: Inside the Trump White House” (Agir û Acizî: Trump di Qesra Spî de) 9ê Çile dikeve bazarê.

K24 – Navenda Nûçeyan

 Pirtûka Michael Wolff bi navê ”Fire and Fury: Inside the Trump White House” (Agir û Acizî: Trump di Qesra Spî de) 9ê Çile dikeve bazarê. Lê ji niha gelek ji naveroka wê ji alî medyayên cîhanî ve hatine weşandin.

Yek ji dengoyên ku di pirtûkê de cîh digirin ew e ku, keça Serokê Amerikayê Donald Trump, Ivanka Trump dixwaze di pêşerojê de bibe yekem jin a Seroka Amerikayê. Liser vê dengoya xwe Wollf dinivîse ku, peymanek weha di navbeyna Ivanka û mêrê wê Jared Kushner de jî heye.

Ligor pirtûkê Kushner dê alîkariya Ivanka bike û malbata Trump bawer dike, Ivanka dê bibe yekem jin a Seroka Amerikayê…