Bijîjkekî Semsûrî bi dilxwazî penaberan derman dike

Piştî şer û pevçûnên ku li Suriyê qewimîn bi gelheyeke mezin ya penaberên koçkirin. Piştî vê koçberiyê jî ji bo penaberan li bajaran kamp hatin avakirin. Bijîjkekî Semsûrî jî bi dilxwazî di wan kampan de xizmeta tenduristiyê dide penaberan.
kurdistan24.net

 

K24 – Semsûr

Piştî şer û pevçûnên ku li Suriyê qewimîn bi gelheyeke mezin ya penaberên koçkirin. Piştî vê koçberiyê jî ji bo penaberan li bajaran kamp hatin avakirin. Bijîjkekî Semsûrî jî bi dilxwazî di wan kampan de xizmeta tenduristiyê dide penaberan.

Ji ber şer û pevçûnên li Sûriyê gelek welatî malên xwe terikandin û koçkirin welatên din û niha jî gelek penaber di kampên li bajarên Tirkiyê hatine avakirin de dimînîn. Ji bilî kêşeyên xwarin û cihên ku lê dimînin di kampan de dermankirin jî kêşeyeke mezin e ji bo penaberan. Nureddîn Firat jî bijîjkekî Semsûrî ye û piştî zanîngeh qedandiye çûye sînorê Kobanê û du salan bi dilwazî xizmeta tenduristiyê daye penaberan. Nureddîn Firat bi alîkariya saziya Bijîjkên Alemê ji ber kêmasiya bijîjkan çûye û li Kobanê dest bi dermankirina penaberan kiriye.

Bijîjk Nureddîn Firat ji K24ê re jî wiha axivî: “Ez 2014an wextê ku şerê Kobanê dest pê kir li Stenbolê bûm. Wê demê min bi hevalên xwe yên Pirsûsê axivîm gotin ku li vir kêmasiya bijîjkan heye. Min jî rahişt çenteyê xwe bijîjkan û ez çûm sînorê Kobanê. Wî çaxî dora 200 hezar miletê me ku ji ber şerê DAIŞê reviya bûn hatibûn hêla Tirkiyê. Min dora du salan karê miletê ku ji Kobaniyê hatiye yên ku ji Sûriyê hatiye me bi dilxwazî kir. Bi hevalên vê derê ku me hevdû nas kir be çi ji destê me hat, me nexweşiyên cerahî, nojdarî jî dikir. Me li çav û dil jî meyze dikir û yên jinan jî yanî me hemû nexweşiyan dinehêrî.”

Nûreddîn Firat li nexweşxneyên dewletê kar nekiriye û her bi dilwazî bijîjkî kiriye. Ji bilî Kobanê li derveyî welat, li Afrîkayê jî alîkarî daye kesên hewcedar. Şêniyên Semsûrî jî di derbarê bijîjkê Semsûrî de fikir û ramanên xwe anîn ziman.

Welatî Evdirrehman Erdîl got: “Em Semsûrî ne û Kurmanc in. Em pê serbilind dibin. Înşelleh ev bijîjk pir bibin, mirovahî pir giring e. Ev bijîjkê me jî çûye Kobanê li birîndara nihêriye, çûye Afrîkayê li kesên hewcedar nihêriye. Ev jî dide xûya kirin ku wijdan heye, mirovahî heye, ji ber vê yekê jî yek pê ser bilind dibe.

Welatî  Sînan Alkayiş jî dibêje: “Bijîjkekî pir baş û rind e. Hemû derfetên xwe ji bo tenduristiya me dike. Ne bi tenê ew hemû bijîjk li ser cihanê xizmeta me dikin. Semsûrê û çi dibe navê me xweş dibe, rind dibe.”

Herwiha Nureddîn Firat dixwaze biçe Iraqê û bi hevalê xwe Dr. Neman re li wê derê bi dilxwazî dîsa li kampan xizmeta tenduristiyê bide penaberan.