Buhatirîn bajarê cîhanê Sîngapûr e

Ligor rapirsîna salane ya kovara The Economist, bajarê Sîngapûr di sala 2017an de buhatirîn bajarê cîhanê bû ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor rapirsîna salane ya kovara The Economist, bajarê Sîngapûr di sala 2017an de buhatirîn bajarê cîhanê bû ye.

Ev 5 sal in liser hev Sîmgapûr buhatirîn bajarê cîhanê ye. Di rapora 2017an de duyemîn bajarê buha: paytexta Fransa Parîs û di cîhê sêyemîn de jî: bajarê Zurih ê Swîsre ye. Di rêza çarem de: Hong Kong û rêza pêncem de: paytexta Norweçê Oslo ye.

Erzantirîn bajarên cîhanê: Şam, Caracas, Alma Ata û Bangalore ne.

 

C.B