Karê Zembîlan li metropolan hê jî berdewam dike

Muharrem Akyol xurtekî 25 salî ye û di vê temenê xwe yê ciwan de hewl dide ku pîşeya zembîl û hêsîr çêkirinê ku êdî berev tûnebûnê ve diçe ji nûve zindî bike.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Muharrem Akyol xurtekî 25 salî ye û di vê temenê xwe yê ciwan de hewl dide ku pîşeya zembîl û hêsîr çêkirinê ku êdî berev tûnebûnê ve diçe ji nûve zindî bike. Akyol, li Stenbolê di atolyeya xwe ya biçûk de li dû nana xwe di nav liv û lebateke mezinde ye. Piştî beriya 2 salan bavê wî jiyana xwe ji dest dide hemû bar û berpirsyariya atolyeyê jî dikeve ser milê wî û ew jî neçar vî karî berdewam dike.

Muharrem Akyol baldikişîne ser kalîte û zehmetiyên karê xwe û dibêje; ev kar hem sebir dixwaze û hem jî zehmete û li gor salên borî sîparîşên ku werdigrin hindekî kêmtir bûne lê wî hewldaye sûdeweriyên berhemên xwe bi rê û rêbazên cûda bo kiryaran veguhêze û di vî warî de gelekî serkeftî jî bûye.