Sema û Mehmet li Stenbolê di şertên zehmet de têdikoşin

Li Stenbolê nêzî 5 milyon Kurd dijîn û hê jî ev koçberiya ber bi Stenbolê ve berdewam e.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Stenbolê nêzî 5 milyon Kurd dijîn û hê jî ev koçberiya ber bi Stenbolê ve berdewam e. Piraniya van Kurdan ji ber neçarî û bêkariyê hatine vî bajarî û li bajêr bi karên cûr be cûr debara xwe dikin. Sema Gîzlenmîş jî ji ber heman sedeman beriya 30 salan ji Diyarbekirê ber bi Stenbolê ve koçber bûye û ji wê rojê û şûn de ye bi saya xwaringeha ku vekirî li hember şertên zehmet yên jiyanê têdikoşe.

Li gor amaran li Stenbolê nêzî 5 milyon Kurd dijîn û praniya van ji bakûrê Kurdistanê berev Stenbolê koçber bûne. Ligel şer û pevçûnan yek ji sedemên herî mezin ya vê koçberiyê jî ekserî bêkariye û Kurdên ku li Stenbolê bi cih bûne bo ku xwe li jiyanê bigirin jî di karên cûr be cûr de dixebitin. Yek ji van Kurdan jî Sema Gizlenmîş e. Sema Gîzlenmîş beriya 30 salan ji ber bêderfetî û bêkariyê ji Diyarbekirê ber bi Stenbolê koçber bûye û bo ku debara xwe bike xwaringehek vekiriye. Di xwaringehê de nîvro û êvaran 4 cûre xwarin tê çêkirin û ev çar cûre jî bi 11 lîreyan tê firotin. Gîzlenmîş amaje dike ku rojane nêzî 150 kes tên û li xwaringehê xwarinê dixwin lê ji ber ku erzan e di despêkê de kesên ku nû dihatin ji kalîteya xwarinên wê bi guman bûn.

Sema Gîzlenmîş ji K24ê re got: "Beriya 30 salan em ji Diyarbekirê hatin Stenbolê. Li herêmê peydakirina kar gelekî zehmet bû loma em hatin vê derê. Niha ez vê xwaringehê ligel şirîkê xwe bi rêvedibim û em 4 cûre xwarinan bi 11 lîreyan difiroşin. Ez dixwazim herkes xwarinê bixwe û kes birçî nemîne. Bi rastî jî xwarinên me gelekî bi kalîte ne û ligel bihabûna hertiştî me bihayê xwarinên xwe hîç zêde nekir. Ji ber ku jin im car caran tûşî kêşeyan têm lê bi demêre derbas dibin."

Sema Gîzlenmîş ligel şirîkê xwe dixebite. Şirîkê wê jî ji ber bêkariyê beriya 20 salan ji Batmanê ber bi Stenbolê ve koçber bûye. Mehmet Canaydinê Batmanî dibêje wî li xwaringehê Sema Gîzlenmîş naskiriye û piştî hevnasînê biryara şirîkatiyê dan e. Herwiha Canaydin amaje dike ku hê jî heman rewşa bêkariyê li bajarê wî berdewam e loma her roj bi heman şêwazê gencên Kurd tên e metropolên Tirkiyê.

Mehmet Canaydin dibêje: "Beriya bîst salan ji ber bêkariyê ez jî neçar mam ku berev Stenbolê koçber bibim û piştî ku min xwuşka Sema naskir û şûnde me biryar da ku em bi hevre bixeibitin. Yekem armanca me helbet dabînkirina pêdiviyên bo debara malê ne. Lê belê dûyemîn armanca me jî bi firotina xwarinên erzan, têr kirina zikê feqîran e. Em ji karê xwe gelekî xweşhal in. Ji ber ku xwarinên me erzanin hinek kes dibêjin qey xwarinên me bê kalîte ne lê ev nêrîneke şaş e. Gava tehm dikin ji xwe dibînin ku ne wisa ye."

Her du hevkarên Kurd Sema Gîzlenmîş û Mehmet Canaydin amaje dikin ku hêviyên wan yên mezin ên aborî ji xwaringehê nîn e û xwesteka wan ew e ku bi xwarinên xwe yên xweş û erzan zikê feqîr û kesên ku tên e xwaringehê têr bikin. Wekî din ew dibêjin welatiyên ku ji xwarinên wan dixwin jî hertim bi berdewam tên û hem ji ber van xwarinên xweş û hem jî ji ber bihayê erzan rêz û hûrmetê bo wan nîşan didin.