Li Bakurê rêjeya nexweşiya kevirê gurçikan zêde ye

Yek ji nexweşiyên ku êşa wê giran e û li Bakurê Kurdistanê gelek belav bû ye nexweşiya kevirê gurçikan e ku li tevahiya Tirkiyeyê rêjeya nexweşên kevirê gurçikan %11 ye
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Yek ji nexweşiyên ku êşa wê giran e û li Bakurê Kurdistanê gelek belav bû ye nexweşiya kevirê gurçikan e ku li tevahiya Tirkiyeyê rêjeya nexweşên kevirê gurçikan %11 ye ev rêje li Bakûrê Kurdistanê 2 qat zêde dibe û digihîje % 22 ye. Sedemên vê nexweşiyê  jî ava nepaqij, kêmvexwarina avê û irsî ne.

Yek ji nexweşiyên ku ji ber êşa wê mirov nikarin hedar bikin, kevirê gurçikan e. Kevirên ku di gurçikên mirovan de peyda dibin êşeke dijwar û giran derdixe holê û dema ku êşa vê nexweşiyê mirovan digire mirov heta mudaxaleyeke bijişkî êşa gurçikan derbas nabe. Li Bakurê Kurdistanê jî rêjeya vê nexweşiyê li gorî tevahiya Tirkiyeyê 2 qat zêde ye. Di vê mijarê de bijişk Kemal Ertaş dide zanîn ku di peydabûn û derbasbûna vê nexweşiyê de av gelek girîng e.

bijişk Kemal Ertaş ji K24ê re got: "Li herêma me sedema yekem a peydabûna kevirên gurçikan ew e ku herêma me germ e û xelkê me avê kêm vedixwe. Ji ber vê yekê di nava xwînê de av kêm dibe û qum peyda dibe paşê jî ev qum digihîje hev û dibe kevir."

Li Bakurê Kurdistanê gelek nexweşên kevirê gurçikan hene ku bi salan li dijî vê nexweşiyê li ber xwe didin. Yek ji van nexweşan jî Ayşe Ûçar e ku ji bo pişkinînê ji Silopiyê berê xwe daye Diyarbekir. Uçar dibêje ji ber êşa kevir xew li wê herimî bu.

nexweş Ayşe Ûçar dibêje: "Min 5 salan êşa kevirê gurçikan kêşand. Xew ji bom in nema bû. Nîvê şevê sancî dihat min û min radikirin nexweşxaneyê. Ez 5 meh berê emeliyat bûm û niha baş im."

Li tevahiya Tirkiyeyê rêjeya nexweşên kevirê gurçikan %11 ye û li Bakûrê Kurdistanê ev nexweşî 2 qat zêde dibe û dibe %22. Bijişk hişyariyê didin nexweşan kul i gel vexwarina avê divê nexweş bi awayeke rêk û pêk werzîşê jî bikin û bêtevger nemînin.