Kanada: Jiber germahiyê 33 kesan jiyana xwe jidest da
K24 – Navenda Nûçeyan
Hejmara kesên ku ji ber germahiyê li Kanada mirine gihişte 33 kesan.
Bi sedema şepêla germbûnê, ku ev hefteyeke Kanada li xwe girtiye, hejmara wan kesên ku mirin e li kantona Kuebek gihiştiye 33 kesan.
Berpirsa Tenduristiya ya Montreal Mîlîn Deawn ragihand ku, bi sedema germbûnê 18 kes li paytexta vê kantonê jiyana xwe ji destdan e û yên mayî jî, li hin deverên din yê wê kantonê bûn e.
C.B