Obama nîv demjimer axaft, 400 hezar Euro wergirt
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê berê yê Amerikayê Barack Obama liser vexwendina sazûmana karsazî ya “Les Napoleons” a fransî, li paytext Parîsê konferansek da. Ligor medyaya fransî, sazûmana karsazî 400 hezar Euro da Obama, lê wan bi xwe tu daxûyanî di vê derbarê de ne da.
Konferansa Obama nîv demjimêrî dom kir û 45 xûlekan jî bersîvên beşdaran da. Obama liser “Metirsî û Nûbûn”ê dîtinên xwe anîn ziman. Di axaftina xwe de siyaseta Koçka Spî rexne kir, lê carekê jî nave Serokê Amerika Trump ne anî.