Li Dirbêsiyê komeleyek bo perwerdekirina kêmendaman

Li bajarê Dirbêsiyê zêdeyî 100 zarokên xwedî pêdiviyên taybet hene.
kurdistan24.net

K24-Qamişlo

Sebah dayika sê zarokên ku ji zikmakî ve ker û lal in,serdana Komeleyeke perwerdekirina zarokên astengdar li bajarê Dirbêsiyê dike,bi hêviya ku zarokên wê mifayê jê bibînin.

Sebah dibêje ku, ji destpêka vekirina vê komeleyê dixwest zarokên xwe tomar bike,lê ji tengbûna cihê perwerdê ew derfet bi dest neket.

Komeleya bi navê "Sibe xweştire" ,ku yekem navende di herêmê de,nikarin pêşwaziya hemû zarokan bikin û di heyama salekê de tenê 15 zarokên kêmendam perwerdekirine.

8 rahêner di komeleya navhatî de bi şêweyekî xwebexş kar dikin,û rêbazeke taybet ji zarokan re hatiye amadekirin bi mebesta ku ev zarok di paşerojê de tevlî zarokên normal bibin.Di encama serjimêriyekê de, ku,ji aliyê hin pisporên derûnî ve,zêdeyî 100 zarokên xwediyên pêdiviyên taybet li bajarê Dirbêsiyê hene,û tenê 85 zarok di komeleyê de hatine tomarkirin. 

Ji aliyeke din ve li ser asta Cizîra Rojavayê kurdistanê, navendeke rahênankirina zarokên astengdar li bajarê Qamişlo ji aliyê desteya jinê ve bi rê ve diçe,hin pisporên derûnî dibêjin,heta niha tu saziyên civaka sivîl û yên navnetewî  piştevaniya zarokên kêmendam li Rojavayê kurdistanê nekirine û tenê ev navendên heyî ji aliyê hin xêrxwazan ve bi rê ve diçin.