Li Stenbolê hateçûna deryayê bi temamî rawestiya

Metropola herî mezin ya Tirkiyê di bin berfê de ye. Berfa ku şeva Îniyê dest bi barinê kirî, roja Şemiyê temamê metropolê xiste jêr karîgeriya xwe. Stûrahiya berfê li hin deveran gihişt bi qasî nîv metreyan. Hateçûya deryayê bi temamî rawestiya. Li riyên bejahiyê gelek astengî û arîşe rûdan. Herwiha gelek seferên firokeyan jî hatin betal kirin.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Hewaya cemidî ku bi ser Balkanan re derbasî Tirkiyê bû, gihişt Stenbolê. Berfa ku şeva Îniyê dest bi barînê kirî, roja Şemiyê temamê metropolê xiste jêr karîgeriya xwe.

Berf û bahoz di hateçûya derya, bejahî û hewayî de jî bû sedema astengên mezin. Hateçûya deryayê bi temamî rawestiya. Li firokexaneyên Atatûrk û Sabîha Gokçenê ku wekî yek ji firokexaneyên herî mezin yên Awrupayê tên zanîn ji ber berfê gelek sefer hatin betalkirin.

Gelek balafirên ku tên Stenbolê berev firokexaneyên bajarên nêz ve hatin beralîkirin.

Piraniya Stenboliyan ji mal der neketin; lê kesên ku dixwazin biçin karê xwe ji ber berf û bahozê di riyan de li rastî arîşeyên mezin hatin.

Meydana Taksîmê û Cadeya navdar ya Îstiklalê jî ku her roj ji aliyê bi hezaran kesan ve tê ziyaretkirin li gor rojên din gelekî tenha bû. Hin kesan jî ji vê tenhabûnê îstifade li meydanê bi telpên berfê dest bi lîstinê kirin.

Ji ber barîna berfê li bajêr navenda krîzê hat sazkirin. Li gor pisporên meterolojiyê barîna berfê dê heta roja Çarşemê berdewam bike.