Baştirîn Passport a Singapur e

Bi passport a Singapurê hevwelatî dikarin bê vîze seredana 159 welatan bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor lêkolîna şîrketa Arton Capital eşkerekirî de, di sala 2017an de baştirîn passport a welatê Singapur e. Bi passporta Singapurê hevwelatî dikarin bê vîze seredana 159 welatan bikin.

Di rêza 2em de welatê Almanya tê. Bi passporta  Almanyayê seredana 158 welatan bê vîze ye.

Di rêza 3em de du welat hene: Koreya Başûr û Swêd. Hevwelatî dikarin bi passportên van welatan seredana 157 welatan bê vîze bikin.