Dilara li Kobanê xwe fêrî makeupa sînameyê dike

Dîlara keçeke 17 salî ya ji bajarê Kobanê ye, ji heyama 2 salan ve hewl dide ku xwe di “makeup” a sînemayê de bipêş bixe.
kurdistan24.net

 

K24 – Kobanê

Dîlara keçeke 17 salî ya ji bajarê Kobanê ye, ji heyama 2 salan ve hewl dide ku xwe di “makeup” a sînemayê de bipêş bixe. Dilara bi tena xwe karîbû gelek astan derbas bike û nihe tevî ku li deverê ev kar tune ye, li serê xwe û havalên xwe ve, xwe perwerde dike. Dîlara dide zanîn ku piraniya makeupa wê mîna guhartina rûyan e, mîne şewatê û dirûnê ye.

Dîlara di karê xwe de gelek astengiyan dibîne, ku hem ji aliyê malbata xwe ve û hem jî ji aliyê tunbûna alavên makeupa sînema li Kobanê. Herwihe nebûna derfetên kar di warî de, lê tevî wê yekê Dilara karî ku karekî nuh li deverê biafrîne bêyî ku tu perwerdeyan li dervî Kobanê bibîne.

Dîlara hêvî dike ku di pêşerojê de ew bi hin saziyên sînemayê re kar bike û ew ked û karê wê vala neçe. Herwiha û bê nasîn ku yekemîn keç ji Kobanê di vê warî de kar dike.