Demi-Leigh Nel-Peters bû Miss Universe

Di rêza 2yemîn de xweşika Kolombiya Laura Gonzales û di ya 3yemîn de xweşika Jamayka Davina Benet hatin hilbijartin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Las Vegas a Amerikayê pêşbirka 66emîn a (Xweşika Cîhanê) Miss Universum hate lidarxistin. 92 keçên ciwan –xweşikên welatên xwe beşdarî kirin. Xweşika Efrîqaya Başûr Demi-Leigh Nel-Peters, wekî Miss Universum a 2017an hate hilbijartin.

Di rêza 2yemîn de xweşika Kolombiya Laura Gonzales û di ya 3yemîn de xweşika Jamayka Davina Benet hatin hilbijartin.

Hunermenda navdar Fergie bi stranên xwe amadeyî gala ya Miss Universum bû.