Awaryuma tematîk a Stenbolê li 17 hezar cure masiyan li xwe digire

Akvaryûma tematîk a Stenbolê ya ku di vî warî de wekî yek ji akwaryumên herî mezin a cîhanê tê zanîn; ji aliyê geştiyarên ji çarmedorê cîhanê ve eleqeyeke mezin dibîne. Di vê cihê gewre de 17 hezar masiyên cûr be cûr û serincrakêş ji bo geştiyaran tê pêşandan. Her wiha geştiyarên Kurd jî eleqeyeke mezin nîşanî vê akwaryumê didin.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Yek ji akvaryûma herî mezin a cîhanê li Stenbolê ye ku tê de 17 hezar masiyên cur bi cur hene û bi taybetî jî werza havînê de ji çarmedorê cîhanê geştyar serdana vê akvaryûma gewre dikin.

Di nava avahiya vê akvaryûmê de ji Deryaya Reş berev Pasîfîkê ve 17 konsept li gor taybetmendiyên xwe yên ciyawaz bo geştyaran tê pêşandan. Herwiha bi masiyên cûr be cûr û serincrakêş, bi pengûenan û bi daristana amazonê akvaryum gelekî bala geştiyaran dikşîne.

Geştiyariyekî ji Başûrê Kurdistanê ji K24ê re wiha axivî: "Ez Kurdê Başûrê Kurdistanê me. Ez ji Kerkûkê hatime bo serdana Stenbolê. Ev der gelekî xweş e. Hewayê vir gelekî xweşe. Min ji vir pir hez kir û ez dixwazim careke din jî werim. Ez dilxweşim ku qenala we li vir bi min re roportaj kir."

Geştiyarekî ji Rojhilatê Kurdistanê jî dibêje: "Ez xelkê Rojhilat im. Me xwest em li akvaryumê bi gerin. Ev der cihekî gelek xweş e. Ji ber ku li Rojhilat cihekî wisa tune ye ji bome ciheke nû ye û me xwest em werin û bibinîn. Gelek cureyên masiyan hene li vir. Em gelekî kêf xweş bûn ku me wan dît."

Mezintirîn akvaryûma tematîk a cîhanê ya ku li ser qadeke 22 hezar metredûcar hatiye avakirin rojane ji aliyê bi hezaran kes ve tê ziyaretkirin.