Malbata Delen li gundê Xetîpê bi zehmetiyan re dijîn

Piştî valabûna bi hezaran gund, malbatek bi tena xwe li gundê Xetîpê dijî.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Gundê Xetîpê ku bi ser Payîzavaya navçeya Wanê ve ye, ji 15 xanî û malbatan tenê yek malbat maye. Kamîl û Zeynep Delen teqrîben 25 sal in tenê li gundê Xetîpê dimînin. Malbata Delen ku gundê wan 30 km ji rêyên mezin dûr e, carina zehmetî û astengiyên mezin dijîn, lê naxwazin ku ji gundê xwe der biçin.

Li vî gundê kavilbûyî, heta destpêka salên 1990'an, teqrîben 15 xanî û malbat hebûne, lê niha tenê Kamîl û Zeynep Delen lê dimînin. Wek dora 6 hezar û 500 gundên li Bakurê Kurdistanê, gundê Xetîpê jî, piştî sala 1991'an hatiye şewitandin û şêniyên gund jî, hin ji wan Havînan werin jî, ji gund derçûne.

Kamîl Delen, balê dikşîne ku gundê wan gundekî mezin û xweş bûye, li gund nêzîkî 4 hezar pez û dewar dihatin xwedî kirin, lê piştî ku gund hatine vala kirin, wek gelek gundan gundiyên Xetîpê jî venegeriyane. Delen tîne ziman ku ji ber tenê dimînin, gelek ditirsin û bi taybet zivistanan astengî û zehmetiyên mezin jî dikşînin, lê naxwazin terka gundê xwe jî bikin.

Kamîl Delen ji K24ê re got: "Ev kavil hemû mal bûn li vî gundî de. Lê piştî koç bûn, êdî neşiyan vegerin. Ev gund, gundekî ku berê hemû şêniyên wê dewlemendbûn. Piştî ku koçkirin, hemû perişan bûn, çûyîne Wanê, pêşiya wan çûye Dîlokê. Hemû gundî di kolanên bajaran de hêjar in"

Malbatê amadekariyên xwe ji bo zivistanê jî kirine û ji ber ku rewşa hewayê hêj başe, pirsgirêkên mezin peyda nabin, lê di zivistanên sar de gelek caran bi rojan bê nan jî mane.

Zeynep Delen jî demên ku gund şênbuye bi bêrî bibîr tîne û balê dikşîne ku ew ji gundên xwe hez dikin. Lê tenê mayîna li gund jî ji bo wan gelek pirsgirêkan peyda kiriye. Zeynep Delen diyar dike ku ji wan zivisatnên sar û aso gelek nexweşîn jî lê peyda bune.

Zeynep Delen dibêje: "Berê li vî gunda em gelek bûn û bi bêrî û pez û pincar û hevkarî kêfa me gelek xweş bû. Zarokên me pêkve mezin dibûn, piştî wêranî û xirabbûnê; her kes belav bû û hêjar bûn. Derfetên vegera wan çênebû, yê me jî hêza me ya mayîna bajêr tunebû, em jî hatine me xwe gihand gundê xwe. Ez û malxwê xwe tenê ne. Em tirsiyan jî, me tengasiyan jî dikêşa, em birçî jî man û her tiştek hat serê me. 3 roj nane me xilasbûbû, me bi qelî û kaltolên agirde kelandî dixwar."

Hêjayî gotinê ye ku valakirina gundên li Bakurê Kurdistanê herî zêde bandor li ser kêmbûyîna hilberîna cotkarî û ajalvanî û pişaftina nivşên nû yên Kurd kiriye. Li Payîzava jî teqrîben 70 gund hatibûn vala kirin û zêdetirên wan gundan hêj jî bi temamî vala ne.