Kobanê.. Piştî 30î salî ava kaniya Kurdan ji nû ve dizê

Piştî 30 salî careke din çaviyên kaniya Kurdan a Kobanê vedibin û ava wê di şûna xwe ya berê de diherike. Vegere ava kaniyê li cem xelkê Kobanê bûye cihê kêfxweşiyê û serdana kaniyê dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Kobanê

Piştî 30 salî careke din çaviyên kaniya Kurdan a Kobanê vedibin û ava wê di şûna xwe ya berê de diherike. Vegere ava kaniyê li cem xelkê Kobanê bûye cihê kêfxweşiyê. 

Apî Elî ji neşteciyên taxa kaniya Kurdan ne, PişTî 30 salî careke din ava kaniyê dibîne û bîranîna ciwaniya xwe li vê dê vedigerîne. Apê Elî dide zanîn ku berî 30î salî gava ku ava kaniyê diherikiya, dever gelekî xweş bû û xêr û berê wê pir bû, ku xelk ji deverin dûr dihatin vir ta ku nêçîria masiyan bikinan jî pezê xwe biçîrînin.

Îsal û piştî ketina baranê bi rijayeke bilind, hejmarek ji çavên kaniyên deverê cereke din vebûn, kaniya Kurdan ya navdar jî yêk ji wan kaniyan ne, ku vegere wê bû cîhê kêfxweşiyê li cem neşteciyên deverê û  niha rojana serdana wê dikin û bi hêv în ku ev kanî berdewam bike, ji ber ku li gor wan ev kanî bîranîn û dîroka deverê ye.

Kobanê bi piraniya kaniyên xwe dihat nasîn, ya herî mezin û bajar pê navdar e kaniya Kurdan û Mişidê ye, ku ta sala 1988 an de ava li hebû, li piştire tavahiya kaniyan hatin miçqandin.