Tariq Remezan bi gûmana destdirêjiyê hate binçavkirin

Profesorê Ilahiyet (Olî) li Zanîngeha Oxford Tariq Remezan, ku nêviyê damezrênerê Rêxistina Brayên Musilman Hesen El Benna ye, li Fransayê bi gûmana destdirêjiya seksî hemberê 2 jinan hate binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Profesorê Ilahiyet (Olî) li Zanîngeha Oxford Tariq Remezan, ku nêviyê damezrênerê Rêxistina Brayên Musilman Hesen El Benna ye, li Fransayê bi gûmana destdirêjiya seksî hemberê 2 jinan hate binçavkirin.

Di doza li hemberî Remezan de ji dervî destdirêjiya seksî, tadeya hemberî jinan jî hatiye nivîsin.

Tariq van tometan red dike û diyar dike ku, ev yek ne rast e. Lê, li Fransayê du jinan li hemberî wî doz vekirin e û diyar kirin e ku, destdirêjiya wan a seksî kiriye. Herweha ligor DW a beşê tirkî, çendîn jinan ji Swîsre jî doz li hemberî Remezan, girêdayî destdirêjiya seksî vekirin e.