Penabereke Rojavayê Kurdistanê bawernama diktora bi pileya yekem ji zanîngehek Almanî wergirt

Lêkolînera Kurd Dr. Naîla Nebo, berî niha bawernameya diktora di warê Kîmyageriya Şirovekarî de, ji zanîngeha Helebê wergirtibû

K24 - Navenda Nûçeyan

Lêkolînera Kurd Dr. Naîla Nebo, ku berî niha bawernameya diktora di warê Kîmyageriya Şirovekarî de, ji zanîngeha Helebê wergirtibû, duh li zanîngeha Hamborgê li Almanya xwendina piştî diktorayê temam kir û bi pieya yekem bawernameya (Post Diktorêt) di kîmyageriyê de wergirt.

Berî niha Naîla Nebo, ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê penaberî Herêma Kurdistanê bibû û li Hewlêrê bicih bû, piştre li gel malbata xwe penaberî welatê Almanya bû û li zanîngeha Hamborgê xwendina piştî diktorayê berdewam kir û bi serketineke mezin bidawî kir.

Naîla Nebo ji Kurdistan24 re got: Di jiyaneke zehmet a şer û penaberiyê de, min karîbû serketina keça xwendekar a Kurd li welatekî biyanî tekez bikim, hêviya min ew e ku di pêşerojê de, xewna xwendina xwe bi pirojeyên mezin li welatê xwe bicî bikin.

N.O