Li Çînê 575 hezar kes bi nexweşiya AIDSê ketine

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa Şînxiwa ya Çînî duh, 30 Mijadarê,  ragehand ku, 575 hezar kes helgirên vîrosa HIV ne li wî welatî.

Li go amara kesên bi nexweşiya kêmbûna bergiriya laş (AIDS) bûyne, ji her 10 hezar kesan yek jê helgirê virusa HIV ye.

Navenda Çînê ya nehiştin û xwe parastnê ji nexweşiyan radigehîne ku, hejmar helgirên vî virusê li wî welatî gehaye 575 hezar kesan û heta niha 177 hezar kes bi sedema AIDSê mirine.

Tê zanîn ku cûtbûna seksî ya ne parastî sedema sereke ye belavbûna vê nexweşiyê ye û bo cara yekê li welatê Kongu ya Demokratîk li Afrîqayê li sala 1959an hatiye dîtin.

Li gorî zanayan, ev virus ji meymûna Şempanzî bo mirovan hatiye veguhestin.