Li Dêrsimê bo ajalên sitargehek tên ava kirin

Ev sitargeha ku ji bo ajalan tê avakirin herî zêde zarok bandorek mezin nîşan didin.
kurdistan24.net

K24-Dêrsim

Li Tirkiyê hewa her ku diçe sar dibe û ev yek taybetî jî ji bo ajalên ku derve dimînin kêşeyek mezin bi xwe re tîne. Di vê çarçovê de Şaredariya Dêrsimê ji bo ajalên ku ji derve dimînin sitargehekê ava dike.

Li Dêrsimê bi pêşengiya Şaredariya Dêrsimê û bi hevkariya komek dilxwaz û sewal hezan ve ji bo ajalên ku ji derve dimînin dinava zeviyeke kudi bin kontrola şaradariyê de ye sitargehek mezin tê avakirin. Dê ev sitargeha ku tê avakirin de ajal bên hewandin, dermankirin, têrkirin û xesandin.

Hevşaredara Dêrsimê Nurhayat Altun rave kir ku pêşiya wan zivistane û ji bo ajalên di nava bajêr de wek kêşeyekê tên dîtin cihekî demkî avadikin ku hem ji bo ajalan bibe çareseriyek hem jî bi vê yekê ajalan li beramberî hemû talûkeyan biparêzin.

Hevşaredara Dêrsimê Nurhayat Altun wiha got:

"Li Dêrsimê welatî dema ku karê xwe bi ajalan re diqedînin êdî hev wan xwyî dikin û davêjin kolanan. Mixabin sewalhezkirî di nava civata me de hêj zêde serkeftî nîne. Armanca me ew e ku em hem ajalan biparêzin hem jî hezkirna wan zêde bikin. Zivistan jî tê hewceye demek nêz de em sitargehê bidawî bikin."

Ev sitargeha ku tê çêkirin ji niha ve tejî kuçik û têjikên kuçikan, pisîk û ker bûye. Di vê sitargehê de herî zêde dilxwaz û sewalhez dixebitin û li gorî bîr û boçûna wan dilxwaz û sewalhezan parastin û xweyîkirina ajalan erka welatiyan e û hewceye gorî vê yekê tev bigerin.

Dilxwaz û sewalhez Cîhan Karaca ji aliyê xwe ve wiha axifî:"Çawa ku insan hewceye li hemberî her tiştî xwe biparêze, ev yek ji bo ajalan jî pêwîst e. Heta niha xebatekî baş ji bo ajalan nehatiye kirin. Kuçik û pisikên me bi tena serê xwe nikarin xwe xweyî bikin hewceye em alikariya wan bikin. Emê kuçikên xwe bixesînin û emê pêşiya zêdebûna kuçikan jî bigrin."

Ev sitargeha ku ji bo ajalan tê avakirin herî zêde zarok eleqeyek mezin nîşan didin. Hin kes tên li vê derê kuçikan xweyî dikin, hin kes jî tên dema xwe ya xweş bi ajalan re derbas dike. Digel vê yekê sewalhez hêvî dikin ku seranserê Tirkiyê ji bo ajalan xebatên bi vî rengî pêk bên.