Omega3 ji çavan re baştirîn derman e

asîda rûn yaOmega3 nahêle ku çav ew qas adabê bigre.

K24-Navenda Nûçeyan

Li gor lêkolînê piştrastbû ku asîda rûn ya Omega3 ji bo çavên kesên ku her tim li ser kompîturê dixebitin û çavên wan ziwa dibin baş e.

Li Hindistanê zanyaran li ser 478 kesan û 3 mehan lêkolînek kir. Ziwabûna çavan dibe sedema adabê. Li gor lêkolînê hat tesbîtkirin ku asîda rûn yaOmega3 nahêle ku çav ew qas adabê bigre.

Zanistan rojê 2 hebên Omega3 dan hin kesên ku li ser wan lêkolîn tê kirin, hebê ku tê da rûnên zeytûnan heye jî dan hinekên din.

Kesên ku hebên Omega3xwarin ziwabûna çavên wan kêm bû. Her wiha di çavên wan da hucreyên gobletê zêdetir e ku hucreyên gobletê ji bo şilmayîna çavan girîng e.

Encama lêkolînê di kovara “Contact Lens & Anterior Eye”yê da hat weşandin.

Omega3, di masiyên ton, somon û zerzewadên wek toximê ketenê, pirpar, mêxik (qerenfîl), ispanax û fasûlyeya soyayê da zêde zêde heye.