UNESCO Perestgeha Xerawreşkê kir mîrateya cîhanî

UNESCO perestgeha herî kevnar a cîhanê ku li Bakurê Kurdistanê LI bajarê Rihayê ye xiste nav lîsteya xwe ya mîrateyên cîhanê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a1607231-8c8f-4e7e-a1bb-b97e2af987c6/seamand.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

UNESCO perestgeha herî kevnar a cîhanê ku li Bakurê Kurdistanê LI bajarê Rihayê ye xiste nav lîsteya xwe ya mîrateyên cîhanê.

Kurdistan ew welate ko ne tenê bi saman û sirûşta xwe di heman demê de bi şûnwarên xwe yên dîrokî jî bala cîhanê dikşîne ser xwe. Li welatê Bahreynê Kombûna Desteya Mîrateyên Cîhanê ya 42emîn a UNESCOyê bi rê ve çû û di wê kombûnê de UNESCO biryar da ko Perestgeha Xerawreşkê ya bi ser bajarê Rihayê ya bakurê Kurdistanê bigre nav Lîsteya xwe ya Mîrateyên Cîhanê.

Ev biryar ji bo Rihayê keyfxweşiyek mezin bi xwe re anî û Serokê Jûreya Rênîşanderên Geştiyaran Mûslûm Çoban da zanîn ko êdî qedrê Xerawreşkê dê zêdetir were zanîn û hejmarek gelek zêde geştiyar dê serdan bikin.

Xerawreşk 18 kîlometre ji bajaroka Halliyeyê ya bi ser bajarê Rihayê dûr e. Ev şûna dîrokî perestgeha yekemîn a cîhanê ye û dîroka wê digihije heta 12 hezar salan. Cara yekem di sala 1963an de ji aliyê Zanîngeha Şîkagoyê ve hate venasîn.

Peymangeha Şûnwarnasiyê ya Almanyayê jî di sala 1995an de dest bi kolandina Xerawreşkê kir û heta niha dehan kevirên ko ji serdema neolîtîk hatin dîtin. Bilindahiya keviran digihije heta 6 metreyan û giraniya wan jî 60 ton e. Şêweya keviran wekî tîp T ye û li ser wan ajal hatine nexşandin. Herwiha gelek peykerên mirovan û bermayiyên perestgehan jî hatin dîtin.

Lê ev dewlemendiya bêhempa herçend li ser erdê Kurdistanê be jî, ji ber nebûna dewleteke Kurdan dê dewleta Tirkiyeyê sûda xwe werbigre û nûnertiya wê bike.