TUSIAD demokrasiyê wekî kilîda çareseriya pirsgirêkan dibîne

Bîlecîk da xuyakirin, daxistina deriyê sînorê Îbrahîm Xelîl û dorpêçiya ser Herêma Kurdistanê jî dê zerer bide Tirkiyê û pêwîste bibe bijardeya herî dawî

K24 – Navenda Nûçeyan

Jûra Pîşesaz û Karsazên Tirkiyê (TUSÎAD) dibêje, daxistina deriyê sînorê û dorpêçiya ser Herêma Kurdistanê dê zererê herî mezin bide Tirkiyê û bang li hikûmeta Tirkiyê dike, hemû kêşeyan bi rêbazên aştiyane çareser bike.

Serokê TUSÎADê Erol Bilecîk di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Cumhuriyetê de, da xuyakirin, karê wan pêşvebirina aborî ye, lê tu destkefteke aborî, bê pêşxistina demokrasî cîbicî nabe û da zanîn, ji bo aboriyek serkeftî û jiyaneke aram divê dewşa awarte bê rakirin.

Da zanîn, bo geşedana aboriya bakurê Kurdistanê divê di destpêkê de, ewlekariya mal û canê welatiyan hebe û bo vê pêwîste bûyerên tundî nemînin û pirsa Kurdî jî bi rêbazên aştiyane û danûstandinan bê çareserkirin.

Bîlecîk da xuyakirin, daxistina deriyê sînorê Îbrahîm Xelîl û dorpêçiya ser Herêma Kurdistanê jî dê zerer bide Tirkiyê û pêwîste bibe bijardeya herî dawî.