Berpirsekî berê yê HSD: Hemû biryarên me ji Qendîlê ne

Husam El-Ewak di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand, ku ti biryar di destê Hêzên Sûrya Demokrat de tine ye û serkirdeyên HSD tenê binav hene.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berpirsê berê yê pêwendiyên giştî yê Hêzên Sûrya Demokrat emîd Husam El-Ewak tekez kir, ku biryarên HSD ji Qendîl tên.

Husam El-Ewak di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand, ku ti biryar di destê Hêzên Sûrya Demokrat de tine ye û serkirdeyên HSD tenê binav hene û tevahiya biryarên HSD ji Qendîl ne.

El-Ewak yê ku berî niha destjikarkişana xwe ji HSD ragihandibû got: Min dest jikar kişand, ne ji ber ku ew post ne bidilê min, lê ji ber ku HSDê gellek binpêkirin encam daye û gef li min û malbata min dihat kirin.

Navhatî xelkê Dêra Zorê ye û di sala 2004an de, piştî terorkirina serokwezîrê berê yê Lubnanê (Refîq Herîrî), Husam El-Ewak bi pileya Raid ji Artêşa Sûryê cuda bû û li welatê Misrê akincî bû, piştî destpêkirina Şoreşa Sûryê û ragihandina Artêşa Azad, El-Ewak tevlî Artêşa Azad a Sûryê bû û di sala 2016an tevlî Hêzên Sûrya Demokrat bû, îsal jî dest jikarkişana xwe ji HSDê ragihand.

N.O