Pêşmergeyeke Roj şehîd bû

Yekem Pêşmergeya Hêza Jinê ya Pêşmergeyên Rojava (Leşkerên Roj) şehîd bû.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekem Pêşmergeya Hêza Jinê ya Pêşmergeyên Rojava (Leşkerên Roj) şehîd bû.

Peyamnêrê K24ê li Dihokê ragihand, îro Pêşmerge Şemal Mihemed Seîd li eniya Bendaa Mûsilê bi xeletî li xwe xistiye û dema bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin, bi rê ve canê xwe jidest daye.

Fermandara di Leşkerên Roj de Neqîb Gulîstan ku fermandara şehîd Şemal bûye ji K24ê re got: “Şehîd Şemal îro ji demjimêr 10 ta 11 di erkê pasawaniyê de bû, bi şaşî çeka wê di destê wê de teqiya ye û li mile wê ketiye. Dema bo nexweşxaneyê dihate veguhastin canê xwe jidest da.”

Neqîb Gulîstan da zanîn ku, Şehîd Şemal ji sala 2015an ve tevlî Leşkerên Roj bûbû û di gelek şerên li dijî DAIŞê de beşdar bûye û di erkê xwe de jîr û zîrek bûye.

Neqîb Gulîstan got jî, ku Şehîd Şemal ji bajarê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê ye û malbata wê niha li kampa Qoş tepe dimîne. Termê Şehîd Şemal jî li goristana Şehîdan a li Dihokê dê bi xakê bê spartin.

Hêza Pêşmergeyên Rojava “Leşkerên Roj” di 8 Adara sala 2012an li Başûrê Kurdistanê hate damezrandin û heya niha bêhtirî ji 40 şehîdî di şerê li dijî DAIŞê de li Başûrê Kurdistanê dane.