5 welatên Ewropî ji bo rêkeftina atomî ya bi Îranê re dicivin

Piştî biryara Serokê Amerîka ya vekişîna ji rêkeftina atomî ya bi Îranê re, îro li Viennayê komîta hevbeş a welatên ku hîna di rêkeftina atomî demane dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî biryara Serokê Amerîka ya vekişîna ji rêkeftina atomî ya bi Îranê re, îro li Viennayê komîta hevbeş a welatên ku hîna di rêkeftina atomî demane dicive.

Berpirsên welatên ji her ye  ji Brîtanya, Çînî, Fransa, Almanya û Rûsyayê hewla bercestekirina stratejiyekê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê didin, ji bo rêkeftinê ji sizayên Amerîkayê biparêzin.

Dîplomatkarekî Ewropî got: “Em hewl didin rêkeftinê bihêlin û hêvîdar in bikarin lihevkirinekê bikin, lê em rewşê baş agahdar in.”

Berî demekê Nûnerê Rûsyayê ê di Rêxistinên Navdewletî yên li Viennayê de Mikhail Ulyanov gotibû: “Cibicîkirina rêkeftina atomî ya bi Îranê re bêyî beşdariya Amerîka, ji aliyê teknîkî ve mumkîn e, lê dem tenê dikare diyar bike ku ew ji aliyê kiryarî ve mumkîn e yan na.”

Ji aliyê xwe ve, Peyvdarê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî ragihand, civîna Viennayê dê gerentiyên ku welatên Ewropî pêkêş bikin guftûgo bikin, ji bo parastina bazirganiya bi Îranê re û dê di hefteyên bê de jî helwesta xwe ya man yan nemana di çarçova rêkeftinê de diyar bikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja 8ê Gulanê biryara vekişandina welatê xwe ji rêkeftina atomî li gel Îranê da û ragihandibû û gotibû ewê cezayên tund li ser wî welatî bisepîne.

   

S. B