Sûriyê 10 hezar sivîl ji taxên rojhelatê Helebê reviyan

10 hezar sivîl ji taxên rojhelatê Helebê reviyan
Dema sivîl direvin

K24-Navenda Nûçeyan

Li rojhelatê bajarê Helebê piştî pêşveçûnên Artêşa Sûriyê bo kontirolkirina wê navçeyê 10 hezar welatiyên sivîl reviyan û ber bi deverên bin kontirola rejîma Sûriyê ve li revîn.

Derbarê wê yekê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ku, navenda wê li Lendenê ya daxuyaniyek belav kir tê de ragehand ku, di hundirê du rojan de 10 hezar sivîl ji taxên rojhelatê Helebê reviyan e, ji wan 6 hezar ber bi taxa Şêx Meqsûd a di bin kontirola YPGê ve çûne.

Rewangehê da zanîn ku, wan kariye roja Şemiyê navê 18e kuştiyan ji encama toparankirina Artêşa Sûriyê li rojhelata bajarê Helebê tomar bike.

Rejîma Sûriyê û bi alîkariya Rûsyayê zêdeyî heftiyekê ye bi tûndî taxên rijhelatê bajarê Helebê êrîş dike û heta niha jî bi sedan kuştî û birînda hene.