Artêşa Sûriyê kete Minbicê

Ligor agahdariyên Ajansa Anadolu ya Tirkiye, berî yek demjimêrî (derdora demj. 15:00) Artêşa Sûriye bi hevahengî ligel yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi 40 pîkab, 2 tanq, barhîlgirên alavên serbazî ji başûrê bajarok ketine devera Arîmah

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor agahdariyên Ajansa Anadolu ya Tirkiye, berî yek demjimêrî (derdora demj. 15:00) Artêşa Sûriye bi hevahengî ligel yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi 40 pîkab, 2 tanq, barhîlgirên alavên serbazî ji başûrê bajarok ketine devera Arîmah.

Ev bûyer, piştî helwêsta Serokê Amerikayê Donald Trump a vekşandina Hêzên Amerîkî  û gefên Tirkiye liser rojhilatê Firatê/ rojavayê Kurdistanê tê.

Berî çendîn rojan hatibû ragihandin ku, li bajarê Qamişlo hevdîtin di navbeyna Birêvebiriya Xweser û rejîmê de pêkhatiye, lê berpirsê Pêwendiyên Diplomasî yê PYD Salih Muslim ji K24 re ragihandibû ku, tu hevdîtinek weha lidar neketiye.

 

 

 

C.B