Zerîf riya hevdîtina Enqere û Şamê xweş dike

Pispor destnîşan dikin, ji ber zext û gemaroyên Amerîkayê Îran di van demên dawî wê hewlên dîplomatîk zêde bike û didin zanîn ku derbarê mijara Sûriyeyê de pêşniyazên Îranê bo Tirkiyeyê bûye wek retorîk.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Tirkiye û herêmê karvedanên serdana Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf û anîna du peyaman ji Şamê bo Enqereyê didome. Pispor dibêjin herçiqas naveroka peyaman nehatibe eşkerekirin jî, peyamên Şamê naskirina Esed û li Rojava bi alîkariya Tirkiyeyê bicihbûna artêşa Sûriyeyê ye. Li gorî hin pisporan pêşniyazên wiha êdî bûye wek retorîk û helwesta Enqereyê nezelal e, lê belê hin pispor jî dibêjin Tirkiye ji bo ewlehiya sînorên xwe wê li gel Sûriyeyê bicive.

Karvedanên serdana Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf bo Enqereya paytexta Tirkiyeyê didomin. Zerîfê ku rojeke beriya serdana xwe li Şamê bû û li gel Esed û rayedarên Sûriyeyê civîyabû, da zanîn ew du peyamên ku ji hikûmeta Sûriyeyê anîye pêşkêşî Erdogan û rayedarên Tirk kiriye. Piştî vê serdanê û du peyamên ku ji Şamê gihîştiye Enqereyê careke din egera hevdîtin û peywendiyên her du welatan bû mijara nîqaşê.

Pispor destnîşan dikin, ji ber zext û gemaroyên Amerîkayê Îran di van demên dawî wê hewlên dîplomatîk zêde bike û didin zanîn ku derbarê mijara Sûriyeyê de pêşniyazên Îranê bo Tirkiyeyê bûye wek retorîk.

Pisporê ÎRAM'ê Mehmet Koç ji K24ê re got: "Serî de Îran ji ber zextên aborî û leşkerî yên Amerîkayê di nav liv û tevgera dîplomasiyê da ye. Lewre dibe ku Amerîka miafiyeta gemaroyê ya hin welatan bidawî bike. Îran her tim ji Enqereyê re teklîfên hevdîtina li gel Şamê dike. Bi rastî naveroka van her du peyaman nehatibe eşkerekirin jî, li gorî pêşbînîya min; mijara bakurê Sûriye û Îdlib e. Niha helwesta Enqereyê hêj zelal nîne."

Li aliyê din beriya çend mehan di serdana Erdogan ya Moskowayê de, Pûtîn pêşniyaza zîndîkirina Peymana Edeneyê anîbû rojevê. Li gorî hin pisporan, êdî şert û mercên rasterast hevdîtina Enqere û Şamê hatiye û wê di heyama bê de danûstandin dest pê bikin.

Pispora Rojhilata Navîn Yeşîm Demîr dibêje: "Îran dixwaze Enqere û Şam dest bi hevdîtinan bikin û peywendiyên xwe dirust bikin. Ji loma jî ji Enqereyê re dibêje Esed nas bikin. Ev demekî ye jixwe Tirkiye dev ji gotinên tund berdaye. Jixwe bivê nevê divê welatên herêmî bi hevre tevbigerin. Li gorî min ji bo ewlehî û yekparebûna xaka Sûeriyeyê wê Enqere û Şam di warê siyasî de dest bi hevdîtinan bikin."

Piştî destpêkirina şerê navxweyî ya Sûriyeyê peywendiyên baş yên Enqere û Şamê xirab bûbûn û Enqere ji bo hilweşandina rêveberiya Şamê piştgirî dabû mixalefeta çekdar ya Sûriyeyê. Piştî li Rojavayê Kurdistanê statûyeke defacto çêbû vir ve Enqere ji Şamê berê xwe dabû têkbirina destkeftiyên Rojava û di vê çarçoveyê de jî di asta nizm û îstîxbarî de danûstandinên her du welatan dest pê kiribû