Hevpeymaniya Navdewletî êrîşî hêzeke HSDê kir

Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê, bi şaşî êrîşî komek ji Hêzên Sûrya Demokrat kir, dema ku wê hêzê operasyonek li dijî DAIŞê li nêzîkî Hecîn encam dida.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Berpirsekî serbazî Rûsî, ji medya welatê xwe re ragihand, ku roja Çarşemê firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê, bi şaşî êrîşî komek ji Hêzên Sûrya Demokrat kir, dema ku wê hêzê operasyonek li dijî DAIŞê encam dida.

Wî jêderî diyar kir, ku ew bûyer li derdora bajarokê Hecîn çêbû û di encamê de, 6 şervanên HSD jiyana xwe jidest dan û 15 şervanên din jî birîndar bûn.

Li gorî medya Rûsî, hevrêziya di navbera Amerîka û HSDê netemam bû, ji ber vê yekê jî dema şervanên HSDê êrîşî DAIŞê kirin, operasyona wan bi ser neket û di encamê de, HSD paşde vekişiya û çekdarên DAIŞê karîn dîsa heman navçeyan kontrol bikin, ku berî niha HSDê ji destê wan derxistibû.

Heya niha jî, ne Hevpeymaniya Navdewletî û ne jî HSD ti daxuyanî derbarê wê bûyerê ne dane.

N.O