Artêşa Iraqê dest danî ser amûreyeke kolanê ya DAIŞê
K24 – Navenda Nûçeyan
Kenala “Fox News” a Amerîkî amûreyeke kolandinê ya mezin ya DAIŞê aşkere kir ku ji aliyê artêşa Iraqê ve hatiye dîtin. Herwiha aşkere kir jî ku hin amûreyên leşkerî yên DAIŞê vedigerin serdema “Nazism”
Şarezayê di navenda “Conflict Armament Research” a Brîtanî Devin Morrow ku taybet e bi lêkolînên li ser çek û amûreyên leşkerî yên DAIŞê ragihand, DAIŞê amûreyeke kolandinê ya gelekî mezin bo kolana tonelan çê kiriye.
Hêzên artêşa Iraqê di dawiya sala borî de ew amûreya kolandinê dîtibû û li gor wan ku DAIŞê bo xweparastina ji bombebaranê tonelan dikole.
Devin Morrow amaje bi wê jî daye, di sala 2014an de hin alavên leşkerî di komgehên DAIŞê de hatine dîtin, ku dîroka wan vediger serdema Nazismê a Almanyayê.